Şêniyên Ranya û Raperînê bi çalakiyêan bêdengiya aliyên berpirsiyar şermezar kirin

Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve rastî helwestên tund hat.. Ji ber hikûmeta başûrê Kurdistanê jî di nav de, hemû aliyên berpirsiyar bêdeng in, ev helwest zêdetir dibin. Şêniyên Ranya û Raperîn bi çalakiyên cûda ev bêdengî şermezar kirin û banga nîşandana helwesteke cidî li aliyên berpirsiyar kirin. 

Ji ber ku têk çûye, brê xwe daye çekên qedexekirî û deneke li dijî gerîla bi kar tîne..

Li dijî vî sûcî gelek bertek derketin û peyam ji rewşenbîrên gelek welatan ji aliyên têkildar re hatin şandin..

Şêniyên navçaya Ranya ya Silêmaniyê jî banga xwe li bangên heta niha derketîn zêde kirin û ev sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê red kirin.

Piştî Meşê daxuyanî hat dayîn û tê de hate gotin:

“Dewleta Tirk li ser bingehê zihniyeta nîjadperest hatiye damezirandin, lewma hebûn û nasnameya gelê Kurd nas nake.

Dewleta Tirk bi van çekên qedexekirî komkujî, wêrankarî û sûcên şer dike.”

Dawiya daxuyaniyê, bêdengiya Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistinên mafên mirovan hat rexnekirin û bang li raya giştî hat kirin ku helwestekî nîşan bidin.

Li dijî heman sûcî Ciwanên Raperînê jî bertek nîşan dan.

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan wê negîhîje armancên xwe û bang li hikûmt û parlamentoya Başûrê Kurdistnaê kir ku li dijî kirinên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Doh navenda ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk herî dawî li herêma Avaşînê 9 caran çekên kîmyewî bi kar aniye.

Back to top button