Zanîngeha Kobanê amadekariya derçûna xwendekarên beşa yekemîn dike

Zanîngeha Kobanê amadekariya derçûna xwendekarên ku sala 2017`an derbasî zanîngehê bûne, dike. Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Musilm dibêje piştî 4 salan ji xwendinê, xwendekarên beşa yekemîn bi vê xwendinê û bidawîkirina wê kêfxweş in.

Şêrîn Musilm diyar kir ku destpêkê ew rastî gelek zehmetiyan hatin lê niha nêzî 100 mamoste di zanîngehê de hene û li gorî rêbaza akademîk û zanistî xwendekaran perwerde dikin.

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd jî vekirin û xwendina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş dît.

Ji mamosteyên zanîngehê Cemal Walî jî eşkere kir ku piştî ku xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin wê derfetên kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ji wan re were peydakirin.

Back to top button