Di encama teqîna 2 cerên oksîjenê li taxa El-Sînaa ya bajarê Reqayê de, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Beriya 2 saetan , 2 cerên oksîjenê li dikanên hesinkaran ên li taxa El-Sînaa ya rojhilatê bajarê Reqayê teqiyan.
Li gorî agahiyên despêkê ji herêmê di encamê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Tîmên destwerdana destpêkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesên birîndar yekser rakirin nexweşxaneyan.