HPG encama şer û berxwedana 6 mehan eşkere kir

Ji 23’ê Nîsanê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn gerîlla li ber êrişên dijwar ên artêşa Tirk radibe.
HPG’ê encama şer û berxwedana 6 mehan bi raya giştî re parve kir.
HPG’ê ragihand ku derbên xurt li artêşa Tirk hatiye xistin û 670 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê daxuyaniyeke berfereh da.

Di daxuyaniyê de encama şer û berxwedana 6 mehên derbasbûyî bi raya giştî re hat parvekirin.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku her kêliya pêvajoya 6 mehên derbasbûyî bi berxwedanên destanî tije bû û wiha got:

Encamên derketî holê nîşaneya berbiçav a têkçûna plana dewleta Tirk e.

Tevî bikaranîna çekên herî giran, gazên kîmyewî û piştgiruya PDK’ê jî rejîma Tirk li Avaşîn, Metîna û Zapê encama ku dixwest bi dest nexist.

Têkçûna li vê herêman bi qasî têkoşîna li Garê misoger e.

“323 caran li dijî gerîlla êrişên kîmyewî pêk hatin”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî bikaranîna çekêm kîmyewî jî bal kişand ser vana xalan:

Ya rast dewleta Tirk hîn Sibata 2021′ ji bo têkçûna xwe ya li Garê binixumîne çekên kîmyewî bi kar anî û 6 hevrêyên me şehîd kirin.

Piştî êrişên hewayî û bejahî yên 23’ê Nîsanê bê encam man, artêşa Tirk giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Bi qasî ku hate tesbîtkirin;

Di nava şeş mehan de 323 caran êrişên bi çekên kîmyewî pêk hatin.

Li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê 101 gerîlla di şer û berxwedanê de şehîd bûn.

Şehadeta 32 gerîlla encama çekên kîmyewî bû.

Êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla derbên giran xwar, ji hewayî û bejahî ve rojane Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardiman dike.

Ji ber êrişan gelek cih û warên sivîl yên gelê me li Başûrê Kurdistanê wêran bûn.

Leşkerê bi peyman ê binavê Sezaî Gungor dema ku dixwest xwe teslîmî hêzên gerîlla bike, ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin.

“599 çalakî pêk hatin û bi giştî 670 dagirker hatin kuştin”

Di nava 6 mehan de çalakiyên ku ji aliyê gerîlla ve hatin kirin û encama wan hî wiha ye:

Bi giştî 599 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

5 kontra, 665 leşker û çete bi giştî 670 dagirker hatin cezakirin.

96 dagirker birîndar bûn

Di çalakiyên gerîlla de hejmareke zêde a çek û cebilxaneyan li ser artêşa Tirk hatin rakirin.

Her wiha bi dehan çeper, çekên giran û wesayîtên leşkerî jî hatin tinekirin.

Gerîllayan wekî din darb li 20 helîkopteran dan.

Back to top button