HPG’ê bi daxuyaniyeke din encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir..
Li gorî daxuyaniyê,
Li herêma Metînayê di çalakiya gerîllayên jin de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê 24 saetên dawî ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
23’ê Cotmehê, gerîllayên jin li devera Girê Koordîne, ji bo bîrnîna fermandara gerîlla Bêrîtan, çalakî pêk anîn.
Di encamê de 2 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.
HPG’ê: Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî êrişî herêma Girê Kartal kir
Heman rojê artêşa dagirker li herêma Avaşînê, bi çekên kîmyewî êrişî qada Girê Kartal kirin.
Piştî bombardiman hêzên dagirker 8 caran xwestin pêşde werin.
Lê di encama berxwedana gerîlla de artêşa Tirk negihişt armancên xwe.
Êrişa bi çekên kîmyewî li dijî herêmê dewam dike.
Dîsa li herêma Avaşînê, qadên Stûnê û Girê Şehîd Elî ji aliyê balafir û helîkopterên şer ve hatin bombardimankirin.
Heman rojê qada Çemço bû armanca êrişa topên artêşa dagirker.
Li herêma Kanî Masî jî derdora gundên Dêşîşê, Serarû, Kela Qumriyê û qada Koordîne ji aliyê helîkopteran ve hatin bombardimankirin.