Salvegera 29. a şehîd Bêrîtan Hêvî ( Gulnaz Karataş)

Sibe salvegera 29’emîn a şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) e. Rêber Apo çalakiya Bêrîtan weke xeta azadiyê binav dike û dibêje; “Pêşmerge xwestin Bêrîtan teslîmê wan bibe, lê ew teslîmê pavşerûtiya Kurd nebû. Ez xeta Bêrîtan ya azadiyê esas digirim. Çalakiya Bêrîtan ji bo me peyame, bangawaziye û wesiyete.”

Di sala 1992`yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk, PDK û YNK`ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike.

Bi hezeran hêzên PDK`ê tev li operasyonê dibin.

Bêrîtan îsrar dike ku tev li bersivdayîna vê oprasyonê bibe û bû yek ji gerîlayên ku ji bo şikenandina êrişên xayinên ku hevkariya dijin dikin li ber xwe dide.

Yek ji wan kevirên bingehîn a artêşbûna jinê, sembola berxwedanê jî Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) e.

Bêrîta Hêvî ku li çiyayê Lêlkan a Xakûrkê li dijî hêzên noker şer dike û guleyên wê xilas dibe û ji aliyê pêşmergeyan ve tê dorpêç kirin û dixwaze teslim bibe.

Lê ew xeta berxwedan û rûmetê ji bo xwe dihilbijêre.

29 sal li ser çalakiya fermandara jin a gerîla Bêrîtan ya di 25’ê Cotmeha 1992’an pêk anî re derbas dibe:

Îro jî heman xeta berxwedan û qirkirinê li beramberî hev pêş dikevin.

Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fermandara jin Bêrîtan Hêvî weke çalakiya li dijî paşverûtiya Kurd bi nav dike û wiha pênase dike:

“Pêşmerge bang lê dikin, lê ew teslîmiye jixwere qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinarê de diavêje. Bêrîtan li dijî paşverûtiya Kurd û neteweperestiya kevneperest bi qehremanî li berxweda. Ev ne xwekujiye, çalakiye. Parastina rûmeta azadiyê wê deynê ser milê me ye. Ev ji bo min diyarîker e û prensîbe. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinê ye. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazeke û ji bo me wesiyete.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike, wê jinên Kurd xeta Bêrîtan ya azadiyê bişopînin û vê peyamê dide;

“Ez ferdekê vê xetême. Wê jin xeta Bêrîtan bişopînin. Heya aşitiya birûmet neyê dê vê xetê bidomînin. Ji bo min ya girîng şerê di xeta Bêrîtan de ye. Ew peyam û bangawaziye ji bo me, ma dibe ku em Bêrîtanê ji bîr bikin?.”

Rêber Ocalan dibêje, divê heya dawî meş li ser xeta fermandar Bêrîtan Hêvî bê çêkirin.

“Em li ew cihê ku Bêrîtan lê disekinê ye. Heya henaseya dawî ya jiyana xwe emê li ser wê xetê biçin û ji bo şeref û azadiyê şer bikin. Tenê keç an jî zilamek girêdayî min bimîne bes e. Ji bo min ya girîng têkoşîna azadiyê ye. Têkoşîna min azadîxwaze û xwe dispêre hêza xwe. Ne tişteke wisaye li beramber çend pere û dolar were firotin.”

Back to top button