Li dijî êrişên dewleta Tirk, Yekitiya ciwanên Êzidî yên Şengalê bertek nîşan dan.
Ciwanan diyar kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ew ê heta dawî piştevaniya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin.
Yêkitiya Cîwanên Êzidî û Yêkîtiya Jinên Cîwan ên Êzidî îro têkildarî êrişê li pêşiya avahiya Meclîsa Gel a li navenda Şengalê daxuyaniyek da.
Ciwanan Êzidî destnîşan kirin ku êrişkariya dewleta Tirk ji tirsa bi hêzbûna bandora pergala xweseriya demokratîk tê.
Ciwanan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta dawî ewê piştevaniya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin.
Ciwanên Êzidî di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bang li ciwanên Êzidxanê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin.