Hac Derwêş li ser gora xwe ji aliyê heskiriyên xwe ve hate bibîranîn

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Hac Derwêş di salvegera wefata xwe ya 2. de hate bîranîn.

Li ser gora Hecî Derwîş ya li gundê Qeman ê Dirbesiyê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Nûnerên partî, rêxistinên siyasî, kesayetên welatparêz û bi dehan şênî di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de, Bi navê Partiya Demoqratîk ya Pêşverû li Sûriye Omer Cefer axivî û got:

Hac Derwêş bingeha yekemîn a tevgera kurdî û siyasî li Sûriye danî.

Cefer soz da ku ew ê rêya Hac Derwêş li gorî rêgezên ku diyar kirine, bişopînin.

Piştre, Sekreterê Partiya Demokratîk a Çep li Sûriye Salih Gedo diyar kir ku Ebdulhemîd jiyana xwe di oxira pêkanîna armancên kurdî de feda kir.

Hêjayî bibîrxistinêye Ebdulhemîd Hac Derwêş yek ji Damezirînerên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû.

Herî dawî bûbû sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriye.

Back to top button