Li Hesekê, Tebqa û Reqayê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li Hesekê, Reqa û Tebqayê jî, êrişên dewleta Tirk li ser Kobanê bi daxuyaniyên cuda hate şermezarkirin.

Li bajarê Hesekê, Meclisa Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê got:

“Eger Konseya Ewlekariyê berpirsiyariya xwe pêk bianiya, wê dewleta Tirk a dagirker nikarîba van sûcan pêk bîne..”

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk bi van sûcan hewl dide aramî û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û temenê şerê li Sûriyê dirêjtir bike.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê got:

“Dewleta Tirk a dagirker, bi van êrişên hovane hewl dide li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişeke berfireh bike. Tevahî cîhan jî lê temaşe dike.”

Li Reqayê jî hêrsa li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hebû.

Rêxistinên civaka sivîl ên Reqa bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Kobanî şermezar kirin û diyar kirin ku “dewleta Tirk a dagirker, bi van êrişan hewl dide xewna Osmanî ji nû ve li herêmê bi cih bîne.”

Back to top button