li Rojhilatê Kurdistanê 6 kolber û girtî hatine kuştin û nêzî 30 kesan jî hatine girtin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafê mirovan, yên li Rojhilatê Kurdistanê, rapora mehekê weşand.
Di raporê de hat eşkere kirin ku 6 kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Li gorî raporê daneyên binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê yên di nava mehekê de wiha ne;

Li herêmên sînorî yên 3 parêzgehan 3 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 4 kolber jî birîndar bûne.

Di nava mehekê de herî kêm 3 welatiyên Kurd li girtîgeha Kirmaşanê hatine darvekirin.

Herî kêm 18 welatî û çalakgerên Kurd jî bi tawanên siyasî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Ji bo 9 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê dadgerên Îranê ve, bi hinceta tawanên siyasî cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Her wiha biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Bêhrûz jî hatiye dayin.

Back to top button