Nivîsgeha Jinan a Efrînê: 84 jin hatine kuştin

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma EFrînê bi daxuyaniyeke bîlançoya 2 salan a sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li kantona Efrînê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya sûcên li Efrînê li dijî jinan wiha ye:

“Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18’ê Adara 2018’an de û heya niha 84 jin hatine kuştin.

Di nav de, 6 jinan ji ber rewşa zextê, dawî li jiyana xwe anîne.

Zêdetirî hezar jin hatine revandin û destdirêjî li 71 jinan hatiiye kirin.”

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Efrînê, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî,
rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku bes bêdeng bin û bi erka xwe rabin..

Back to top button