ENDAMA DAIŞ’Ê OMAIMA ABDI HIKUMETA ALMAN EW CEZA NEKIRIN Û PÊWISTÎ BI LÊPIRSÎNA WÊ JÎ NEDÎTIN

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên QSD’ê ve di aliyê leşkerî de hat têkbirin, gelek çeteyan berê xwe dan warê xwe. Ev çeteyên ku çûne jî li welatê xwe bi hêsanî weke ku tiştek ne bûye jiyan dikin. Yek ji van jî jina binavê Omaima Abdi ya ku li bajarê Hamburgê yê Almanyayê ye.

Çeteya DAÎŞ’ê Omaima Abdi piştî ku Reqa ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin, vegeriya Almanyayê û weke ku tiştek nebûye li jiyana xwe ya berê vegeriya ye.

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaletê ya Hamburgê rewşa welatiya Alman Abdi xist rojeva meclîsê û pêşnûme pirsek pêşkêşî rêveberiya eyaletê kir.

Di pêşnûme pirsê de hate pirsîn ku têkiliya wê bi DAÎŞ’ê ya jî komên çete re heye yan na.

Hikumeta eyaletê jî bersivek sosret li ser vê pêşnûme pirsê dabû.

Hikumeta Eyaletê diyar kiribû ku Abdi ya DAÎŞ’î ji bo ewlekariyê metirsîdar nîne.

Lewma hêzên ewlekariyê ew di sîstema metirsîdar a lêgerînê de bi cih nekirine.

Koma partiya çep jî ev yek rexnekir û got, divê bersiva vê pir cuda ban.

Leave a Reply

Back to top button