Li Sûdanê..Gelek payebilind ji aliyê komên çekdar ve hatin girtin-HAT NÛKIRIN

Li Sûdanê nîvê şevê komên çekdar bi ser mala wezîr û payebilindên hukûmeta demkî de girtin û ew kirin bin çavan.
Di nava kesên binçavkirî de serokwezîr Abdullah Hemdûk jî heye.
Serokê Meclisa Bilind a Sûdanê Abdulfettah Burhan piştrast kir ku artêş gelek rayedarên sivîl girtin û li welat rewşa awarte ragihand.

Hefteyên dawî li Sûdanê aloziya siyasî careke din xwe da der..

Wisa lê hat ku civak bû 2 parçe.

Beşek ji wan li dijî rêveberiya leşkerî rabû û xwest desthilat radestî sivîlan were kirin.

Beşê din jî piştgiriya xwe ya bi rêveberiya leşkerî re nîşan da.

Şevê din ev alozî derket asta herî jor.

Komên çekdar nîvê şevê bi ser malên wezîr û rayedarên payabilind ên hikûmeta demkî de girtin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên cîhanî û netewî, hejmareke mezin ji wezîr û berpirsiyarên hikûmetê hatin girtin.

AP: Serokwezîr Abdullah Hemdûk di bin çavan de ye

Wezareta Ragihandinê ya Sûdanê jî eşkere kir ku komên çekdar danê sibê mala serokwezîr Abdullah Hemdûk dorpêç kir û ew birin devereke nediyar.

Wezaretê diyar kir ku Hemdûk hatiye binçavkirin û got;

Ya hatî kirin darbeya leşkerî ye.

Ajansa Nûçeya a Associated-Press (Asoşeytid-Pres) ragihand ku gelek organîzatorên xwepêşandanên sivîl jî di nava girtiyan de ne.

Komeleya Pisporên Sûdanî rewş weke darbeya leşkerî binav kir.

Komeleya Pisporan ku sala 2019’an pêşengiya xwepêşandanan kir û bû sedem desthilatdariya Omer Beşîr bidawî bibe, banga berxwedanê li gelê Sûdanê kir.

Li aliyê din bi tevgera leşkerî re li seranserê Sûdanê xetên înternetê hatin birîn.

Rêveberî jihev hate xistin û rewşa awarê hat ragihandin

Di vê navberê cde Serokê Meclisa Serweriya Sûdanê Abdulfettah Burhan bi rêya televizyonê daxuyaniyek da..

Burhan erê kir ku artêşê hejmarek ji rayedarên sivîl girtine û got:

Ji vê saetê û şûndê Meclisa Serweriyê û Desteya Wezîran têne betalkirin. Li welat em rewşa awarte radighînin.

Burhan îdîa kir ku artêş alîgirê azadî û edaletê ye û got, sedema aloziyan şerê desthilatdariyê bû.

Back to top button