Efrîn..çeteyan li Racoyê oldarek revand

Çeteyên li Efrînê bêyî hizirandin, her kesî direvînin û mafê wî binpê dikin.. Ji gundê Qûpê yê Racoyê oldarek ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Ajansa nûçeyan a Firatê li gorî çavkaniyên ji Efrînê, ragihand “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker oldar û melayê mizgefta gundê Qûpê revandine.”

Hat eşkerekirin Şêx Mihemed Mihemed 44 salî ye û kurê Şêx Reşîd e ku bi navê ‘Xoce Elkê’ tê nasîn.

Şêx Mihemed berê li Gerînendeya Kar û Barên Olî ya Efrînê kar dikir.

Çarenivîsa oldarê revandî mîna bi dehan ên berî wî, heta niha nediyar e.

Bi dehan kes heta niha bi sedema ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kirine, ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û bi tundî hatine êşkencekirin.

Back to top button