KEWSER DOGO: EM Ê PIRSGIRÊK Û KÊMASIYÊN ÎSAL ÊN XWENDINÊ DERBAS BIKIN

Kewser Doko destnîşan kir ku ji bo sala xwendinê ya 2018-2019’an, dema ezmûnên dawiya salê di destpêka meha Gulanê de û dema qedandina werza duyemîn ya xwendinê 15`ê Gulanê diyar kirine.

Kewser li ser pirsgirêkên ku derketine pêşiya wan jî ev agahî da;

A yekê derengmayîna waneyên xwendinê li hinek bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû.

Ya duyemîn kêmbûna amûrên perwerdeyê li hinek dibistanan.

Li gorî serjimariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hejmara xwendekaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 800 hezar e.

Her wiha li 5 hezar û 78 dibistanan, 42 hezar û 852 mamosta perwerdê didin.

Leave a Reply

Back to top button