Roj nîne ku li Efrînê binpêkirin revandin û zilma li dijî gelê pêk nayê

Roj nîne ku li Efrînê binpêkirin, revandin û zilma li dijî gel pêk nayê.
Çeteyên dewleta Tirk ya dagirker ku jiyana xelkê li wan herimandine, îro jî melayek revandin û bacên giran li ser şênîyan fez dikin.
Dagirkeran li Girê Spî jî kesekî astengdar yê bi navê Casim Şêx revandin.

Çeteyên Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî sivîlan direvînin, milkên xelkê desteser dikin û her wiha dest datînin ser berhemên wan û bacên giran li ser wan ferz dikin.

Çavkanîyên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên koma bi navê El- Hemzat, li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ji her malbatekê di salê de 100 dolar bac digrin.

Heman demê li her dareke zeytûnê ku temenê wî zêdetirî 10 salane 2 dolar û ji wesayîtên biçûk 50 lîreyê Tirk û ji wesayîtên mezin jî 100 lîreyê Tirk, bac ji şênîyan tê girtin.

Li gundê Kêla ya navçeya Bilbilê jî, çeteyên koma bi navê Feyleq El-Mecîd 300 teneke zeytê zeytûna weke bac li ser şênîyan ferz kirine.

Hat eşkere kirin ku şênîyên ku bacê nadin, gefa 50 hezar dolar ceza li wan tê xwarin.

Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Raco mela û oldarê mizgeftê revandin

Li alîyê din, li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên Dewleta Tirk ya dagirker oldar û melayê mizgefta Qûpê ya bi ser navçeya Raco revandine.

Hat diyar kirin ku melayê hatî revandin Şêx Mihemedê 44 salî ye, kurê Şêx Reşîd ê û bi navê ”Xoce Elkê” tê naskirin.

Hat gotin çarenûsa melayê hatî revandin jî, wek gelek kesên berê hatine revandin ne dîyare.

MÎT a dewleta Tirk li Girê Spî Casim Şêx yê astengdar revand

Li aliyê din li gorî nûçeyA ANHA’yê îstixbarata dewleta Tirk bi ser mala Casim Şêx a li bajarokê Silûkê yê Girê Spî ya dagirkirî de girt û ew revand.

Casim Şêx ku temenê wî 70 sale ji eşîra Tey ya Ereb e û piştî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji her du çavên xwe de kor bûn.

Hat zanîn ku MÎT’a Tirk Casim birin baregeheke çeteyan a li Girê Sipî ya ku weke cihê Têkoşîna Terorê tê naskirin.

Heta niha çarenûsa Casim Şêx nediyar e.

Back to top button