Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome

Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li Idlibê dewam dike.
Balafireke dewleta Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li Til Rifetê bombebaran kir.
Balafirên Îsraîlê jî êrişî hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li bajarê Quneyterayê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi komên alîgirê xwe û çeteyên dewleta Tirk li Idlibê bi çekên giran şer kirin û cih û deverên hev bombebarankirin.

Hat ragihandin li ser Idlibê balafirên keşfê bê navber digerin.

Balafireke dewleta Tirk li Til Rifetê derdora baregehek hikûmeta Şamê topbaran kir

Balafireke bi çek ya bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker bajarê Til Rifetê yê Şehbayê bombebaran kir.

Hate gotin ku êriş derdora girê Til Rifetê nêzî baregehe hêzê hikumeta Şamê pêk hat.

Balafirên Israîlê baregehên hêzên hikumetê li Quneytrayê topbaran kir

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Balafirên Îsraîlê vê sibê êrişî hêzên Hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li aliyên bajarê Baas البعث û gundê El-Kirum الكروم ên Qûnayterayê, kir.

Back to top button