Li Hesekê Peymangeha Tenduristiyê hat vekirin

Desteya Tenduristiyê a bakûr û rojhilatê Sûriyê gaveke nû di aliyê pêşxistina tenduristiyê de li herêmê avêt.
Desteyê Peymangeha Tenduristiyê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê vekir.

Di merasîma vekirina Peymangehê de saziyên rêveberiya Xweser şagirt, û hijmarek ji Bijîşkan amadebûn.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê a bakûr û rojhilatê sûriyê Ciwan Mistefa di derbarê mijarê de diyar kir ku ji ber pêwîstiya wan bi endam û xebatkarên Tenduristiyê li herêmê heye ev Peymangeh hat vekirin.

Her wiha şagirtên ku navên xwe li Peymangehê qeyd kirin e diyar kirin ku vekirina Peymangehê ji bo wan cihê şanaziyê û ew bi hêvîne ku di rojên bê de peymangeh berfirehtir bibe.

Back to top button