Dagirker 100 sal in li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikartînin

Dewletên dagirker sed salin li Kurdistanê bi çekên Kîmyewî li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin.
Yek ji wan dewletan ku heta roja me ya îro jî li dijî gelê Kurd çekên Kîmyewî bikar tîne, dewleta Tirk a dagirker e.

Ji aliyê cîhanê ve bikaranîna çekên kîmyewî ji yek sûcên ku li dijî mirovahî û sûcê şer tê hesibandin.
Nexasim dema ev sûc û kirinên hovane li hemberî gelê Kurd têne kirin, hêzên navneteweyî yên ku timî behsa edalet û huqûqê dikin dengê xwe dernaxin.

Dîrok bi kirinên hovane yên dewletan yên li dijî gelên bêparastin dagirtî ye.

Yek ji deverên ku kirinên hovane yên dewletan lê tê kirin û çavên xwe jê re digrin, xaka Kurdistanê ye.

Li Kurdistanê ku bi çar parçeyan hatiye dabeşkirin û polîtîkayên qirkirinê yên dewletan lê tê meşandin, ji sala 1920’î û vir ve, li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî têne bikaranîn û sûcê şer têne kirin.

Li Kurdistanê, ji salên 1920’an û vir ve ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyên dewletên dagirker ve nêzî 100 hezar mirov hatin kuştin.

Dewleta Tirk heta roja îro li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne

Yek ji wan dewletan ku heta roja me ya îro jî li dijî gelê Kurd çekên Kîmyewî bikar tîne, dewleta Tirk a dagirker e.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi çavsorî êrişê gelê Kurd û destketiyên wan dike, ji bo tinekirina civaka Kurd di destpêkê de tevgera azadiyê jixwe re wekî astengî dibîne û ji bo tunekirina wan jixwe re her riyê rewa dibîne.

Dewleta Tirk di navbera salên 1994-2011’an de li dijî gêrîlayên azadiyê 46 caran çekên kîmyewî bikar anî û di encamê de 437 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Disa dewleta Tirk di şerê dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî de çekên kîmyewî bikaranîn û zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn.

Ji bo lêkolînkirina sûcên şer yên dewleta Tirk rêxistinên eleqedar bê deng in

Herî dawî arteşa dewleta Tirk a dagirker 23’ê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrişa dagirkirinê kir.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê, artêşa Tirk di nava 6 mehên dawî de bi giştî 138 caran bi çekên kîmyewî êriş kir û di encamê de heta niha 32 gerila şehîd bûn.

Tevî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bikaranîne hatine belgekirin jî saziyên eleqedar heta niha bêdengin.

Di serî de PKK’ê û KCK’ê, rêxistinên jinan, siyasetmedar, nivîskar û hiqûqnasan jî name ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’re şandin û jê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Lê tevî hemû bangan jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bêdenge.

Back to top button