Nêzî 20 Pîrên Elewiyan bi nameyekê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî daxwaz kirin ku li dijî şer û sûcên şer yên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.
Dayikên pîr û pîrên bawermendên Elewiyan derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve nameyek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî û Ofîsa Karên Bêçekkirinê ya NY’ re şandin.
Di nameyê de têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê bikar tîne hat gotin: bikaranîna çekên kîmyewî bi qasî sûcê dij mirovahiyê ye, ewqasî jî sûcê şer e.
Dayikên pîr û pîrên bawermendên Elewiyan bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî kir ku lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyewî li qadên gerîla bide dest pê kirin.