Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 150 kesên din bi Coronayê ketin û 13 jî mirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavbûna vîrosa koronayê zêde dibe.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê 13 kesên din jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî ji bo rê li pêşî belavbûna vîrûsa koronayê bigire qedexeya derketine derve ya beşî ragihand.

Di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrûsa koronayê zêde belav bûye.

Desteya Tenduristiyê der barê mijarê agahiyê nû belav kir.

Li gorî daneyên nû yên desteyê ji ber koronayê 13 kesên din jiyan xwe ji dest dan.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dan 4 ji Hesekê, 2 ji Qamişlo, 2 ji Tebqa, 3 ji Dêrazorê û 2 ji Minbicê ne.

Desteyê diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi vîrusê ketine.

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmê hejmara kesên ku bi koronayê ketine gihişt 34 hezar û 110 kes.

Her wiha hejmara kesên ku ji koronayê baş bûne 2 hezar û 392 kes û kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt hezar û 238 kes.

Li herêma Firatê qedexeya derketina derve ya beşî hat ragihandin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî piştî ku qedexeya derketina derve ya giştî bi dawî bû bi biyarekê de hin agahiyê nû belav kir.

Di biryarê de hate ragihandin ku qedexeya beşî ji 26’ê Cotmehê ve dest pê dike û di 5’ê Mijdarê de dê bi dawî dibe.

-Li gorî giştînameyê, dikanên xwarinê û dikanên pîşesaziyê dikarin ji seat 06:00’an heta 16:00’an vekirî bin.

-Xwaringeh û dikanên şîraniyê jî tenê ji bo sîparîşên derve dikarin kar bikin.

-Kombûnên wekî civîn, meş û kongre, holên şahiyan, konên sersaxî û hwd qedexe ye.

-Cotkar, endezyarên çandiniyê, bijîşk û madeyên bijîşkî bê astengî dikarin di bendên kontrolê re derbas bibin. Her wiha klînîkên bijîşkî û dermanfiroş dê vekirî bin.

-Erebeyên nan, sotemeniyê û madeyên xwarinê jî dikarin bê astengî bigerin.

Di dawiya biryarê de, hate ragihandin ku tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, ji bilî yên xizmetguzariyê, dê girtî bin.

Back to top button