Çapemeniya Alman krîza dîplomasî ya bi Tirkiyê re kir rojev

Yek ji welatên ku herî zêde li ser mijarê xwedî helwest Almanya ye.
Partî û rêxistinên Almanya daxwaza bersiveke tund ya li dijî Erdogan dikin.
Di rojeva çapemeniya Almanya de jî ev yek bi awayekî berfireh hatiye şîrovekirin.
Dî şîroveyan de hatiye gotin,
Dem hatiye ku êdî “karta sor” ji bo Erdogan were nîşandan.

Krîza sefîran li nava Almanya yek ji rojeva sereke ye.

Biqasî nîqaş û helwesta hikumetê, çapemeniya welat jî bi berfirehî ev yek kiriye rojev.

Rojnameya Suddeutsche Zeitung: Kavala 4 sale bêyî ku ti hukum were dayîn di zindanê de ye

Rojnamya Süddeutsche Zeitung, li ser mijarê ev şîrove kir.

“Guman nîne ku neheqî li Kavala hatiye kirin.

Ev 4 sal in bê biryar di girtîgehê de ye û rastî darizandineke adîl nayê; li Tirkiyê her kes vê yekê dizane.

Daxuyaniya dîplomatan ji bo eşkerekirina vê neheqiyê ne hewce bû.”

Rojnameya Mittelbayerische Zeitung: Dema li Erdogan tengav dibe, êrişî welatên rojava dike

Di şîroveya rojnameya Mittelbayerische Zeitung de hat destnîşankirin ku stratejiya Erdogan a sûcdarkirina Rojava ya ku di siyaseta navxweyî de, ne nû ye.

“Erdogan dema ku di siyaseta navxweyî de pirsgirêkên wî çêdibin hîn dijwartir êrîşî Rojava dike, ev lîstikek xayîn e ku dubare dibe.

Sûcdar ticarî nebû deshilata li Enqere, her yên din bû…

Tirkiye di krîzeke aborî ya pir giran de ye.

Divê Erdogan bifikire ka gelo wê di hilbijartinên serokomariyê yên 2023’an de careke din were hilbijartin?

Niha, ji sêyan yekê hilbijêrên Tirkiyê dibêjin ku ew ê dengê xwe bidin AKP’ê.

Ev ji bo Erdoganê ku her tim piraniya dengan digirt, senaryoyek kabûsê ye.”

 

Rojnameya Sudwest Presse: Dem hatiye ku karta sor ji Erdogan re were dayîn

Di şîroveya rojnameya Südwest Presse de tê gotin ku divê YE di derbarê Tirkiyeyê de siyaseteke tundtir bişopîne.

Ne tenê hikûmeta federal, hemû YE di têkiliyên bi Tirkiyê re bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne.

Erdogan rêya xwe dişopîne.

Tirkiye ji Ewrûpa û demokrasiyê dûr dixe.

Dem dema wê yekê ye ku merov karta sor nîşanî Erdogan bide.

Divê Konseya Ewropayê dest bi pêvajoya derxistina endamtiya Tirkiyê ku gef lê xwariye, bike.

Back to top button