Îro li bajarê Hesekê bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kongreya 1’emîn a Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê dest pê kir.
Kongir li hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Kongr bi armanca birêxistinkirina mekanîzmeya xebata yekitiyên ajokaran ên bajar û navçeyên herêmê hat li darxistin.
Kongreya bi beşdariya 500 delegeyên ji yekitiyên ajokaran yên bajar û navçeyên herêmê û berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dest pê kir.
Piştî axaftina beşdaran bi dawî bû, dîwana kongreyê raporên salane yên yekitiyên her bajar û navçeyekê xwendin.
Beşdaran rêziknameya yekitiyê erê kir û hevserokatiya yekitiyê hilbijart, ew jî; Necah Mihemed Xelîf ji Reqa ya herêma Firatê û Yasir Hûrî ji Hesekê yê herêma Cizîrê ye.
Di dawiyê de beşdaran zêdetirî 500 wêneyên Rêber APO hildan û tecrîda ser rêber şermezar kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.