ERDOGAN: NAKOKIYÊN ME Û EMERÎKA ZÊDE NE

Xuya ye ku Erdogan bi çarenûsa Tirkiyê ya hebûna wê di NATO’yê de dilîze.
Tevî hemû hişyariyên Emerîka yên derketina Tirkiyê ji xurtirîn Koalîyonê, Erdogan hîna jî di kirîna fuzeyên S-400 de bi israr e.
Erdogan li wê yekê mikur hat ku, nakokiyên mezin di navbera wan û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka de çêbûne.

Erdogan got:

Emerîka li Sûrî siyasetê ne li gorî têkiliyên bi me re dimeşîne û di mijara S-400 de nakokî di navbera me de hene.

Serokê AKP’ê careke din gef li Sûrî û Iraqê xwar û diyar kir ku, rewamendiya êrîşên wan li ser Sûrî û Iraqê ne cihê nîqaşê ye û wê hîna jî êrîşên xwe û tedibîrên ji kirîna S-400 bidomîne.

Çavdêr dibînin ku, ev daxuyaniya Erdogan weke mikurhatina redkirina Emerîka ji projeyên wî yên li Sûrî re ye.

Ji xwe beriya demekê Senetrorekî Emerîkî Tirkiyê hişyar kiribû ku, eger S-400 bikire wê Emerîka cezayan li ser Tirkiyê ferz bike û baregeha In-cir-lîkê vala bike.

Ev yek tê wê wateyê ku, êdî Tirkiyê li ber derketina ji NATO”yê ye.

Leave a Reply

Back to top button