Dayika Şehîd Hêvîdar, Xerme Elî: Ez bi şehdeta keça xwe serbilindim

Navenda Ragihandina HPG’ê 24’ê mehê nasnameya 4 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî li Warxelê şehîd bûbûn ragihandin.

Dayika gerîla Hêvîdar Tirbespiyê, Xerme Elî ku keça wê jî di nava şehîdan de ye hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezarkir.

Xerme Elî anî ziman ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û got:

”Min tişta herî buha ji bo xaka Kurdistanê û rizgarkirina wê da.

Xerme Elî da zanîn ku hêzên gerîla ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide û ev bang li PDK’ê kir:

”Divê PDK’ê dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re ku keç û xortên Kurdan dikuje berde.”

Dayika şehîd Hêvîdar bang li gelê Kurd kir ku hevgirtî bin, nakokiyên xwe bi dawî bikin.

Back to top button