EMERÎKA: WÊ HÊZÊN ME HETA DEMEKE DIRÊJ LI SÛRIYÊ BIN

Hebûna çeteyên DAIŞ bi rengekî cografî têk çû. Lê belê hîna xeteriyeke mezin li ser herêmê ye.. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser û QSD’ê gelek caran bang kirin ku, pêwîstî bi destekeke navdewletî heye..Herî dawî, Emerîka ragihand ku wê derketina wê ji Sûrî bi baldarî be.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkî General Kênês Makînzî, diyar kir ku, wê li ser demeke dirêj hêzên xwe li Sûrî kêm bike û ev yek wê bi awayekî baldarî pêk were.

Kênês Makînzî di kongreyek çapmeniyê de destnîşan kir ku, DAIŞ di Sûrî de têk çû û îşaret bi xeteriya Îranê li herêmê kir.

Di vê çarçoveyê de, Makînzî da zanîn ku, ji bo rawestana li dijî Îranê, bi hevkarên xwe re di nava hewldanan de ne.

Her wiha fermandarê Fermandariya navendî ya Emerîkî bal kişand ser hebûna wan a di Iraqê de jî û diyar kir ku ji bo temamkirina erka xwe ya tinekirina terorê wê bi awayekî demdirêj di Iraqê de bimînin.

Leave a Reply

Back to top button