Dadgehke Elmanyayê, 10 sal cezayê girtîgehê li jineke DAÎŞ’î birî.. Vê jina DAIŞ’î zarokeke êzidî ya 5 salî di bin rokê de birçî û tî hiştibû heta ku jiyana xwe ji dest dabû.
Jina DAIŞ’î ya Elmanî Jennifer Wenisch 30 salî ye û ji ber sûcên kuştinê û sûcê şer demek bû dihat darizandin.
Di yek ji dozên têkildarî sûcên li dijî Êzidiyan, hat xwestin ku cezayê girtîgehê yê hetahetayê li Jennifer were birîn.
Jina DAÎŞ’ê li Fellûce û Mûsilê cihê xwe di nava beşê bi navê ‘polîsa exlaqê’ de digirt.
Havîna 2015’an; jina DAIŞ’î tevî hevjînê xwe ji nava jin û zarokên Êzidî yên hatin revandin, zarokek û dayika wê kirîn û weke kole bi kar anîn.
Ji ber ber tîbûn, birçîbûn, hiştina li ber rokê û êşkenceyê, Jennifer zaroka Êzidî kuşt.
Dadgeheke Elmanyayê jî ji ber vî sûcî, 10 sal cezayê girtîgehê li jina DAIŞ’î birî.