Li Şengalê banga bidawîkirina xiyanetê û tecrîdê hate kirin

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîdiya Jinên Ciwanên Êzidî jinên Şengalê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Di meşê de banga rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo hat kirin.

Meş li ser rêya navçeya Sinûnê destpêkir û heta geliyê Kersê dewam kir.

Piştî ku girseya gel gihişte Baxçeyê Serokatî daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tecrîdê li dijî qanûn exlaqê mirovatiyê ye.

Di meşêd e li ser navê TAJÊ Riham Hico axivî û şehîd Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û teqez kir ku Bêrîtan bersiva li dijî xiyanetê ye.

Riham Hico balkişande ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û diyar kir ku hêzên ku kompoya navnetewî pêk anînin û yên ferman di ser şengalê de anîn heman hêzin.

Back to top button