Çeteyan li Efrîna dagirkirî yek jê jin 11 sivîlên din revandin

Ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagirkiriye heya îro, sûc û hovîtiya ku li dijî welatiyan bê navber dewam dikin. Dagirkeran yek jê jin 11 sivîlên din revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku ji çavkaniyên herêmî girtiye ji Efrîna dagirkirî çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” tevî çeteyên “Sultan Mihemed Fatih”, 11 welatiyên ji navçeyên Bilbilê û Raco, revandin.

Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Qestela Xidiriya ya navçeya Bilbilê jî welatiya bi navê Leyla Mihemed revandine.

Hat diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk hejmareke sivîlên ji gundê Mamila yê girêdayî navçeya Racoyê jî revandine.

Hate ragihandin ku li gundê Mamila nêzî 90 kes hene ku çeteyên dewleta Tirk li wan digerin da ku wan bi tewanên bêbingeh birevînin.

Back to top button