1. KONGRA CIVAKA ÎSLAMA DEMOKRAT BI GIRTINA HIN BIRYARAN BI DAWÎ BÛ

1. Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava ev du rojin li dar bû. Kongre îro bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.
Yek ji biryaran jî girîngiya rola jinê di xebatên Îslamî de bû. Li gorî biryarê; wê jin di hemû sazî û komîteyên kongreyê de cih bigire.

Doh 1. kongreya Civaka Îslamiya Demokrat a Bakur û Rojhilatê Sûrî -Rojava li hola Aram Dîgran a bajarê Rimêlanê bi bi slogana “Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan” hat lidarxistin.

Di kongrê de nirxandin bi awayekî giştî li ser rewşa li herêmê hate kirin.

Îro kongre bi girtina hin biryaran bi dawî bû.

Hinek ji biryarên ku hatine girtin wiha ne;

-Navên Yekîtiya Oldarên Musliman, Yekîtiya Saziyên Jinên Musliman bi navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin.

-Navenda Kongreyê li kantona Hesekê were vekirin, ji ber ku dikeve navîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Di demekê pêwîst e, Akademiya Îslama Demokratîk were vekirin û navenda wê li kantona Qamişlo ye, her wiha peymangehên olî werin vekirin.

– Peymangehên ezberkirina Quran, suneta nebewî û exlaqê civakî were vekirin.

-Navneda Lêkolînên Ol û Baweriyan ku navenda wê kantona Qamişlo be were vekirin.

-Kongre hewl dide şaxên xwe li gelek dewletan vekin da ku pira têkiliyan bi wan re ava bikin.

-Kongrê hewl dide navenda lêkolînên Îslamî veke.

-Kongrê hewl dide ji bo xizanan malekê veke û pêşniyar dike ku navê Şehîdên Kurdistanê lê bike.

-Kongrê hewl dide komeleyeke xêrxwaziyê bi navê (Komeleya Aştyia Mirovî) veke navenda wê li avahiya kongreyê ya kantona Hesekê , her wiha dê şaxên wê li herêmên din veke.

-Hemû mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bi rêxistinkirin û li gel kongreyê werin arşîfkirin. Her wiha hemû kesên bi wan mizgeftan mijul dibin divê serî li kongreyê bidin da ku erkên wan bêne nûkirin.

-Hemû endamên kongreyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava du salan de li ser fikrê îslama civakî û ya demokratîk werin perwerdekirin.

-Komîteyek taybet were avakirina ji bo pêşniyar û nivîsandina mijarên xutbeyên înê diyar bike.

-Ji bo rêxistina karê rojane yên saziyên kongreyê û danîna bernameya kar komîteyek were erekedarkirin.

-Jin di hemû sazî û komîteyên kongreyê de cih bigire.

Leave a Reply

Back to top button