Bi pêşengiya HDP’ê eniya dijî şer bihêz dibe

Li ser daxwaza şefê rêjîma Tirk Erdogan, destûrnameya şerê li dijî Sûrî û Iraqê di rojeva meclisê de ye.
AKP, MHP, ÎYÎ Partî û derdorên nijadperest alîgiriya xwe a ji bo şer ragihandin.
Eniya jiber jî bi pêşengiya HDP’ê bihêz dibe.
A balkêş ew e ku Partiya CHP’ê ya salên derbasbûyî dengê erê bikar dianî, vê carê wê li dijî destûrnameyê be.

Dewleta Tirk a bi dehê salane li dijî Bakurê Kurdistanê şerê qirkirinê birêve dike, ji kuştina Kurdan têr nabe.

Ji ber vê yekê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Vê yekê jî di bin navê operasyonên der-sînor ên qaşo ji bo ewlehiya xwe pêk tîne.

Ji bo vî şerê qirkirinê jî Cotmeha her salê destûrnameya binavê “operasyonê der-sînor li Iraq û Sûrî” dibe rojeva meclisê.

Îro dengdana ji bo vê destûrnamê careke di tê kirin.

Berovajî salên derbasbûyî dengan wê ji bo 2 salan were kirin.

Ev yek tê wateya ku rêjîma Tirk dixwaze bi gurkirina şerê li dijî Kurdan xwe bighîne sala 2023’an.

Di serî de HDP’ê, saziyên gel ên demokratîk dijberiya xwe a li hemberî destûrnameya şer eşkere kirin.

Tişta balkêş ew e ku Partiya CHP’ê ya heta dengê “Erê” bikar dianî, wê vê carê helwesta xwe bughere.

Cîgirê serokê koma partiyê Ozgur Ozel eşkere kir ku ew ê li dijî destûrnameya şer dengê “NA” bikar bînin.

Partiya nijadperest MHP’ê ku bi dijminahiya xwe a li hemberî Kurdan tê naskirin, weke her carê diyar kir ku ew ê bi kêfxweşî şerê li dijî Sûrî û Iraqê erê bikin.

ÎYÎ Partî ku xwedî heman têgeha MHP’ê jî ragihand ku ew ê dengê erê bidin daxwaza operasyona der-sînor a Erdogan.

Partiya DEVA a Alî Babacan ku tenê yek parlementerê wê li meclisê heye jî wê ji bo destûrnamê dengê “ERÊ” bikar bîne.

Partiya ku bi salane li dijî siyasetê şer xwedî yek helweste HDP’ê ye.

HDP’ê, destûrname weke rêya têkçûna rêjîma AKP-MHP’ê binav kir.

Hevseroka partiyê Pervîn Buldan têkildarî mijarê wiha axivî:

Ji ber ku AKP dizane ew ê hilweşe, vê carê dixwaze destûrnamê ji bo 2 salan dirêj bike.

Partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên civaka sivîl jî hem fikrin ku destûrname wê tenê rê li ber kuştina mirovan veke û ji ber vê yekê dibêjin ew ê dengê “NA” bikar bînin.

Back to top button