15 GIRTIYÊN JI DOZA PKK Û PAJK’Ê DEST BI ROJIYA MIRINÊ DIKIN

Her ku diçe Berxwedana li dijî tecrîdê mezintir dibe. Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ku gelek ji wan 100 roj derbas kirine , êdî derbasî qonaxeke nû dibe. Ev qonax jî rojiya mirinê ye ..Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 1’ê Adarê di greva birçîbûnê de ne , li dijî bêdengiya cîhanê êdî dest bi rojiya mirinê dikin.
Girtî dibêjin: “Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertî xwedî derkevin.”

 

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe hatiye destpêkirin dewam dike.

Li zindanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyên siyasî yên 135 rojin di greva birçîbûnê dene, dê di 30’ê Nîsanê de dest bi “Rojiya mirinê” bikin.

Girtiyan têkildarî greva birçîbûnê daxuyaniyeke weşandin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di destpêka daxuyaniyê de pergala modernîteya kapîtalîst rexne kirin û wiha gotin:

“Dixwazin nîjadeke xwedî yek reng, yek ziman û yek çand biafirînin û li ser esasê şibandina hev çerxa xwe dizivirînin.

Bi zexeliyê tevahiya civakê parçe dikin, lê divê were zanîn ku nirxên civakî yên gelê kurd pir zexmin û hilnaweşin.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku asta berxwedanê pêleke din jî bilind dikin û dest bi rojiya mirinê dikin.

“Wekî girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û wekî şopdarên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, em ê çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi awayekî rêxistinkirî û bi koordîne bimeşînin.

Divê were zanîn ku em nahêlin kesek biryariya berxwedana me biceribîne.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kirin:

Em li hundir li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin û bi baweriya ku bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, em bedena xwe datînin holê. Tiştên ku hinek kes bi darê zorê dikin, em bi evîneke mezin pêk tînin. Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertiyê xwedî derkevin. Em ê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û teqez em ê bi ser bikevin.

Navê 15 girtiyên ku sibê dê dest bi rojiya mirinê bikin wiha ne:

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê:

Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek

Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê:

Ardil Çeşme, Asli Dogan

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê:

Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk

Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê:

Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Leave a Reply

Back to top button