Mihemed Şahîn: Tirkiye hewl dide zemînê ji êrişeke nû re amade bike

Gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê rastî bertekên tund tên.. Siyasetmedar û Rojnemevanên herêmê eşkere kirin ku dewleta Tirk hewl dide zemînê ji êrişeke nû ya dagirkeriyê re amade bike. Bang li gel kirin
ku piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin

Li gel ku çend salên dawî, êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ranewestiyane; dîsa jî gafên nû dixwe û êrîş dike ..

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser van êrîş û gefan ji ajansa nûçeyan a Firatê re nirxandin kir.

Şahîn da diyarkirin ku Dewleta Tirk li aliyekî êrîş dike û li aliyê din rêbazên şerê taybet jî dimeşîne.

Emîme Osê: Em pişta xwe didin gel û hêzên xwe yên leşkerî

Emîne Osê, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji Ajansa ANHA yê nirxandin kir.

Emîne Osê da xuyakirin ku Êrişên dawî yên dewleta Tirk ne cara yekemîn têne kirin, Erdogan dixwaze sûdê ji tevliheviya li Sûriyê bigire û ev got :

Dewleta Tirk bi siyaset, ger û peymanên xwe hewl da her tim çareseriya siyasî li Sûriyê têk bibe.

Derfet neda gelê Sûriyê ku bighêjin encamekê û roleke neyênî di aliyên siyasî û leşkerî de li dijî gelê Sûriyê, lîst.

Rêveberiya Xweser xwe dispêre gel û hêza xwe ya leşkerî û divê gel jî bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî be.

Seyîd Evran: Tirkiye wê têk biçe û nekare bi ser xwe ve were

Li dijî heman êrîşan, Rojnamevan Seyîd Evran jî daxwiyakirin ku Erdogan û rejîma AKP’ê ji bo nixumandina krîzê êrişên derveyî sînor pêk tînin.

Seyîd Evran anî ziman Amerîka û Rûsya berpirsyarên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û piştrast kir wê gel li dijî êrişan li ber xwe bide.

Back to top button