Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran mamoste çalakiya li dar xistin

Doh careke din çalakiyên mamosteyan li Başûrê Kurdistanê dest pê kirin. Mamosteyan li ber deriyê avahiya perwerdeyê ya Germiyanê kom bûn û xwestin werin erkdarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî û siyasî bi hezaran mamoste bi awayekî fermî nayên erkdarkirin û gelek ji wan bi pereyên kêm bi peymanên demkî kar dikin.

Beriya niha mamosteyan li hin bajarên Başûrê Kurdistanê li dijî bêkariyê biryar dan ku neçin kar .

Piştî van çalakiyan, rayedarên başûr soza pêkanîna daxwazên wan dabûn û wan jî demek e çalakiyên xwe rawestandibûn.

Lê ji ber ku soza ku hatibû dayîn pêk nehatin, doh careke din mamosteyên Herêma Germiyan li ber deriyê avahiya perwerdeyê ya Germiyann Kombûn û xwestin werin erkdarkirin.

Mamostayên bi peyman gotin, heya daxwaza wan bicih neyê, ew ê neçin kar.

Li Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Ranyayê jî bi heman armancê mamoste doh li qadan bûn.

Back to top button