Pentagon: DAIŞ di nava 6 mehan de dikare bigihêje hêza êrişek li dij DYA

Vekişîna Amerîka ji Efxanistanê, tirsa xistiye nava rêveberiya welat.
Wezareta Parastanê ya DYA (Pentagon) ragihand ku DAIŞ di nava 6 mehan de dikare bigihêje hêza pêkanîna êrişeke li dijî Amerîka.
Pentagonên diyar kir ku îstixbareta wan tesbît kiriye ku DAIŞ li dijî welat plana êrişekê dike.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê ji bo Siyasetê Colin Kahl ji Kongreyê re got:

“Beşên istixbaratî ragihandine ku hem DAIŞ Xorasan û hem jî El-Qaîde dixwazin operasyonên derve pêk bînin.

Di nava van welatên ku êriş li dijî wan pêk were DYA jî heye.

Lê niha ne di wê hêzê de ye.

Em dibînin ku DAIŞ Xoresan wê dinava 6-12 mehan de bigihêje vê astê.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efxanistan piştî şerê 20 salan hîn jî dikare ji bo DYA xeternak be.

Di pêvajoya ku bi vekişîna DYA’yê ya ji Efxanîstanê destpê kir de DAIŞ’ê li gelek herêman dest bi êrîşan kir.

Kahl got,

“Li gorî nirxandina me Talîban û DAIŞ dijminên bingehînin.

Ji ber vê yekê jî Talîban ji bo şopandina DAIŞ-Xorasanê, bihêze.

Lê hîna jî em ji wê yekê ne piştrastin ka dikare vê yekê bike yan na.”

Back to top button