Demokrat û Komarger ji bo firotina balafirên F-16 Biden hişyar kirin

Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê nameyek ji serok-dewlet Joe Biden re şandin û jê xwestin,
Balafirên F-16 nefroşe dewleta Tirk.
Endaman hişyrî kirin ku eger Biden guh nede daxwazan wan ew ê biryara firotinê li Kongresê veto bikin.

Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê, 11 Parlementerên Demokrat û Komarger têkildarî mijara firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê, nameyek ji rêveberiya Joe Biden re şandin.

Parlementeran bi taybet name ji bo Biden û wezîrê karê derve Antony Blînken re şandin û tê de îşaret bi van xalan kirin:

Bi rêya dezgehên ragihandinê me bihîst ku Tirkiyê daxwaza kirîna 40 balafirên F-16 û modernîzekirina 80 balafiran kiriye.

Ji ber vê yekê em gelek xemgîn bûne.

Endamên Meclisa Nûneran kirîna moşekên S-400 ên Rûsyayê bi bîr xistin û di nameya xwe de wiha gotin:

Dewleta Tirk ku endama NATO ye mîna dijmin tevdigere. Firotina balafirên Amerîkî ji bo vê dewletê nabe ku were qebûlkirin.

Di vê pêvajoyê divê Amerîka çekên pêşketî nede hukûmeta Tirkiyê. Divê were zanîn ku eger berovajî vê hewldana firotina çekan were kirin, wê Kongre Amerîkayê bi yek helwest li dijî wê derkeve.

Eger rêveberiya Biden mijara firotina Balafirên F-16 erê bike, em ê li kongrê biryara wî veto bikin.

Back to top button