Emîsyonên gaza serayê nayên kêmkirin

Nêzî 200 welatî ji bo pêşîgirtina li encamên herî nebaş ên krîza avhewayê soz dan ku emîsyona gaza serayê kêm bikin.
Lê belê di navbera sozên hatine dayin û yên ku zanyar pêwîstiyê pê dibînin de hîn jî valahiyeke gelekî mezin heye.
Ji ber wê yekê careke din çav vegeriyane li ser bendewariyên, civîna COP26 ya ku wê lîderên cîhanê li hev bicivîne.

Ji bo civîna COP26 a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Glasgow ê Skoçyayê tenê pênc roj man ku lîderên cîhanê wê lê li hev bicivin.

Gelek welatan sozên xwe yên ji bo kêmkirina emîsyonan ên li gorî pîvanên Peymana Parîsê ya 2015’an hînê bi rengekî fermî nû nekirine.

Ji welatên G20 ên ku berpirsyarê ji sedî 80’ê yê emîsyona li cîhanê ne, tenê şeş welatan armancên xwe bi rengekî fermî ragihandin.

Di raporê de hate ragihandin ku DYA jî di nav de şeş welatên G20 bi ti awayî negihîştin armancên xwe yên berê.

Pênc welatên din jî Kanada, Awûstralya, Brezîlya, Koreya Başûr û Meksîka bûn.

Zanyar dibêjin gerstêrk ji niha ve bi 1.2 pileyî germ bûye.

Li gorî rapora ku doh hate weşandin, sozên li ser avhewayê yên global ku ji bo germahiyê di asta 1.5 pileyî de bihêle hatin dayin, gelekî dûrî pêwîstiyê ye.

Di raporê de hate ragihandin ku sozên nû yên têkildarî emîsyonê hatine dayin wê heta sala 2030’î tenê ji sedî 7.5’an kêmkirinê bike, lê belê ji bo armanca 1.5 pileyî bê biserxistin pêwîstî bi kêmkirinek ji sedî 55’an heye.

Li gorî Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) bi armancên heyî wê cîhan heta 2.7 pileyî jî germ bibe.

Di civîna COP26 de bal wê li ser welatên dewlemend ên G20 be ku bi taybetî sotemeniya fosîlê li cîhanê belav dikin.

Welatên ku herî zêde emîsyonê belav dikin jî DYA, Hindistan û YE ye ku soz dan heta sala 2030’î emîsyonan kêm bike.

Lê belê Çîn xwedî planeke kêmkirina emîsyonan heta sala 2030’î nîne.

Li şûna vê yekê soz dide ku heta sala 2030’î bigihêje asta herî bilind a emîsyonê û heta sala 2060’î jî vê astê bike sifir.

DYA û Çîn tevî ku di navbera wan de rageşî heye, qebûl kirin ku di biharê de di mijara avhewayê de hevkariyê bikin.

Çîn li tevahiya cîhanê ew welat e ku herî zêde karbondîoksîtê belav dike.

Piştî Çînê DYA, Yekîtiya Ewropa, Hindistan, Rûsya û Japonya tên.

Back to top button