Serokwezîrê Yûnanistanê Maçotakîs: Dewleta Tirk di nava hewldanên êrişkariyê de ye

Serokwezîrê Yûnanistanê Kirîakos Mîçotakîs dewleta Tirk bi wê yekê tawanbar kirin ku di nava hewldana êrişkariyê de ye..
Mîçotakîs ji bo çareserkirina aloziya li Derya Spî jî xwest Enqere beşdarî pêvajoya danûstandinan bibe.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kirîakos Mîçotakîs doh çû serdana Erebîstana Siûdî.

Di çarçoveya serdanê de, Mîçotakîs beşdarê foruma binavê “Hewldanên pêşdebirinê yên Paşerojê” bû.

Serokwezîrê Yûnanistanê anî ziman ku peymanên parastinê yên li gel Amerîka û Fransayê xeta wan bi awayekî zelal eşkere kiriye û got:

Em vê gavê di nava aramî û ewlehiyê de ne. Em nafikirin ku li dijî me gefa jeopolîtîk hebe.

Em bawerin ku wê roj be û dewleta Tirk baş fêm bike ku bi hewldanên xwe ên êrişkar wê ti encamê bidest nexe.

Mîçotakîs îşaret bi peymanên parastinê jî kir û wiha got:

Me tifaqên xwe sazkirin. Niha sînorên me bi awayekî zelal hatine xêzkirin.

Divê Tirkiye li gorî vê tevbigere.

Em weke welat alîgirê diyalogê ne, lê em ê ti carî dest ji mafên parastina serweriya xwe bernedin.

Back to top button