Gelo wê Îngilîstan avakarê wikileaks radestî Amerîka bike an na?

Gelo wê Îngilîstan avakarê tevna Wikileaksê Julian Assange radestî Amerîka bike an na?
Ev mijar wê di nava 2 rojan de zelal bibe.
Lema doza radestkirinê ya Assange îro li Londonê destpêkir.

Çileyê Îsla dadgeha Birîtanyayê ji ber tira ku wê xwe bikuje, radestkirina avakarê
tevna Wikileaksê Julian Assange ji bo Amerîkayê red kiribû.

Ev biryar ji bo Assange weke serkeftineke mezin hatibû binav kirin.

Lê paşê parêzer Claire Dubin (Klêr Dubên) li ser navê hukûmeta Amerîkayê li ber biryarê rabû.

Dubin îdîa kir ku ti xeteriya xwekuştinê ya Assange tine ye û xwest doz ji nûve were dîtin.

Li ser vê daxwazê, îro li dadgeha Londonê rûniştina pêşî ya daxwaza radestkirina Assange destpêkir.

Doz wê 2 rojan dewam bike.

Û di encamê de wê zelal bibe bê kar Îngilîstanê Julina Assange radestî Waşîngtonê dike an an.

Li Amerîkayê ji bo Assange bi bahaneya ku sirên îstîxbaratê eşkere kirin, cezayê 175 sal zindanê tê xwestin.

Back to top button