Li Efrînê welatiyek û li Girê Spî jî 3 welatî hatin revandin

Li herêmên dagirkirî, rojane agahî û nûçeyên derbarê revandin, zext û zilma ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin tên parvekirin.
Îstîxbarata Tirk MÎT’ê vê carê li navçeya Mabata ya Efrînê, welatiyekî bi temen mezin revand.
Li gundên Girê-spî jî çeteyên dewleta Tirk 3 welatî revandin û nayê zanîn ber bi kuderê ve birine.

Li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de zilm û hovîtî roj bi roj lê zêde dibe.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, îstîxbarata dewleta Tirk a dagiker MÎT’ê, welatiyê bi navê Şukrî Mihemed Ebdo yê 65 salî ku ji gundê Sariya yê navçeya Mabata ya Efrînê ye revandin..

Hat diyarkirin ku Ebdoyê bi temen mezin, li pêş çavê şêniyên gund hat revandin û nayê zanîn bi ku ve hatiye birin.

Li gundewarên Girê-Spî jî dîsa bûyerên revandinê qewimîn.

Hat diyar kirin ku çeteyan li navçeya Silûk û bajarokê Hemam Tirkmen ên Girê Spî pêngaveke revandinê dane destpêkirin.

Hat gotin, çeteyan welatiyên bi navê Ibrahîm Gedro û Mihemed Sayir El-Şewax yên ji eşîra Cês, li navçeya Silûkê revandin.

Herwiha duh jî çeteyan bi ser bajarokê Hemam Tirkmen de girtin û welatiyê bi navê Ebd Fewaz El-Himêdî yê ji eşîra Tobal a Tirkmen ve revandin.

Hat diyarkirin ku El-Himêdî berê jî hatibû revandin û ji bo berdana wî xizmên wî 10 hezar dolar dabûn çeteyan.

Back to top button