“Bikaranîna çekên qedexekirî lawazbûna dewleta Tirk nîşan dide”

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Hêvîn Silêman bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û diyar kir ku ji ber tengav bûye, dest bi êrîşên bi çekên qedexekirî kiriye.

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Hêvîn Silêman got ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk, hişt sûcên dewleta Tirk zêdetir bibin.

Emîne Osê da xuyakirin ku Êrişên dawî yên dewleta Tirk ne cara yekemîn têne kirin, Erdogan dixwaze sûdê ji tevliheviya li Sûriyê bigire.

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kirin ku ji siyaseta dewleta Tirk hişyar bin û bang li PDK’ê jî kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, lêpirsîneke navneteweyî bide destpêkirin.

Back to top button