Hunermendên Reqayê konreya xwe lidarxistin

Li bajarê Reqayê 1’emîn kongreya damezrîner ya Yekitiya Hunermendên Reqayê hat li dar xist in.

Gelek saziyên sivîl û siyasî yên Reqayê tev li kongreyê bûn.

Di kongirê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got:

“Huner nûnertiya hemû aliyên jiyanê dike û di hemû qadên civakê de xwedî girîngî ye, ji lew re em nikarin bêyî hunerê behsa jiyanê bikin.”

Zelîxe Ebdî diyar kir ku Projeya Rêveberiya Xweser rêya çareserkirina aloziya Sûriyê yê.

Bi navê Rêxistinên Civaka Sivîl endamê rêxistinê Ebdurehman Ehmed axivî û hêvî kir ku hunermendên Reqayê hunera Reqayê zindî bikin.

Di dawiyê de hunermendan meclisa Rêveberiya Yekitiya Hunermendên Reqayê hilbijart

Back to top button