Bi hezaran kes li dijî gef û êrişan daketin qadan

Hêrs û nerazîbûnên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê yên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk her diçe zêde dibe.
Îro jî li Til-Birak, Holê û Minbicê bi hezaran kes daket qadan û gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyan de li dijî êrişan peyama berxwedan û bilinkirina têkoşînê hate dayîn.

Di 20 û 23`yê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan, êrişî Kobanê kir û di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk- QSD şehîd bûn.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta dewam dikin.

Şêniyên bajarê Mincibê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên Minbicê, partiyên siyasî û saziyên jinan jî meşek li dar xistin..

Meşê bi bilindkirina pankartên “Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin” ji Çerxerêya El-Mîzan dest pê kir û li Çerxerêya El-Meseb veguhirî mîtîngê.

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo û endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Leyla Elêwî di mîtîngê de axivîn…

Di axiftinan de îşaret bi êrişên ku di hemwextî salvegera têkçûna Daiş’ê li Reqaa pêk tên hat kirin û hat gotin:

“Dewleta Tirk bi têkçûna DAIŞ’ê re hişê xwe winda kir. Lewma em dibînin herêmê bi awayekî ketober bombebaran dike.”

TIL BIRAK

Şêniyên Til Birakê jî bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilate Sûriye şermezar kirin..

Xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya El-Firin dest pê kir..

li vir jî, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Waid Elêwî û li ser navê Kongreya Star a navçeya Til Birakê Meysa Hisên axivîn..

Kesên axivîn balkişandin ser êrişên dewleta Tirk û bi taybet bi hebûna garantorên wek Rûsiya û DYA û gotin:

“Kanî dewlet û hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên ku banga parastina mafên mirovan dikin? Çima sûcên dewleta Tirk nabînin?”

HOL

Şêniyên navçeya Holê û rûsipiyên wê jî bi xwepêşandanekê gotin “Na ji êrişên dagirkerya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re”.

Di xwepêşandanê de li ser navê eşîrên navçeyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî axaftin hatin kirin…

Kesên axivîn gotin, Ew gef û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê red dikin, ew ê li dijî daxwazên mitîngeriyê li ber xwe bidin û bang li garantorên li herêmê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin..

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê jî têkildarî êriş û gefên dewleta Tirk daxuyanî dan..

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Rakan El-Salih ve hat xwendin û tê de hat gotin:

Dewleta Tirk naxwaze li herêmên me aramî û îstiqrar pêk were û li hembrî biratiya gelan û jiyana hevbeş ne rihet e. Ji ber wê bi her awayî êriş dike û gefan dixwe..

Di daxuyaniyê de her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku helwesteke zelal li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bide.

Back to top button