Pekîn: Ti mafê Taywan ê beşdarbûna NY nîne

Aloziya navbera Taywan û Çînê careke din di rojevê de ye.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken daxwaza beşdarbûna Taywanê di nava NY de kir.
Ev yek bû sedema hêrsa Çînê.
Pekînê got:
“Mafê Taywanê tine ku tevlî Neteweyên Yekbûyî bibe.”

Li gorî nûçeya AFP’ê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku Taywan her ku diçe ji qada cîhanê tê dûrxistin.

Berdevkê Ofîsa Karûbarên Pekîn yê Taywanê, got,

“Neteweyên Yekbûyî saziyek navneteweyî ye ku ji dewletên serwer pêk tê.

Taywan beşek ji Çînê ye.”

Rêveberê Pekînê îdia kir ku Komara Gel a Çînê yekane hikûmeta qanûnî ye ku tevahiya Çînê temsîl dike.

Pekînê axa Taywanê îdîa dike û hikûmeta Tsai wekî “cudaxwaz” binav dike.

Ev her du welat zêdetirî 70 sal in ji hev cuda têne birêvebirin.

Kêm welat Taywanê wekî dewletek serbixwe nas dikin.

Back to top button