ZAROKEKE ÊZIDÎ RADESTÎ MALA ÊZIDIYAN KIR

Şervanên QSD’ê di pêngavên xwe de gelek zarokên Êzidî rizgarkirin û li kampa Holê bi cihkirin.
Rêveberiya Kampa Holê herî dawî zarokeke Êzidî radestî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kir.

Ji zarokên Êzidî yên ku di pêngava rizgarkirina gundê Baxozê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û di kampa Holê de diman yek jê Selwa Xêro Salih e.

Doh Rêveberiya Kampa Holê Selwea Salih ya ji gundê Solax ê Şengalê radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê jî wê Selwa radestî malbata wê ya li Şengalê bike.

Beriya niha jî bi heman rengî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê karî bi koordîneya Rêveberiya xweser a Şengalê re bikeve nava têkliyan û êzdiyên hatîn rizgarkirin derbasî Şengalê bike.

Leave a Reply

Back to top button