
Li herêmên qaşo “bêçek” in, şerê navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê giran bûye.
Artêşa Tirk cardin bi çekên giran êrişî bajarokên Helebê û hin deverên Idlibê kir..
Li gor Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, artêşa Tirk duh êvarî bajarokê Nibul û Zehra yên Helebê dan ber top û mûşekan..
Di encamê de 4 sivîl birîndar bûn..
Hêzên hikûmeta Şamê jî, duh, bi şevê û vê sibê, devera Kefer Tial û Marat Nasan ên rojavayê Helebê topbaran kir..
Çavdêriya Sûriyê got ku hikûmeta Şamê herêma El-Bara û Fitîra yên çiyayê Zawiyê, yên çeteyên dewleta Tirk li wan dimînin, jî bombebaran kirin.
Hem wextî vê êrişê, balafireke şer a Rûsyayê li navçeya Cindirêsê baregeheke çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir..
Di encamê de baregeh hat wêrankirin û derbarê encama wê de agahî nehat biparvekirin.