Qonaxa yekemîn a sererastkirina rêya Ebyed Ebeyd bi dawî bû

Qonaxa yekem a projeya zifitkirina rêya di navbera herêmên Cizîr û Firatê de bi dawî bû.

Ev rê ku bi navê rêya “Ebyed Ebyed” tê naskirin damara zindî ya ku tevahî herêmê bi hev ve girê dide.

Piştî çend mehan ji xebatê îro Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dawîkirina qonaxa yekem ragihand.

Desteyê ev yek bi rêya civînek çapemeniyê li gundê Um Medfe yê Hesekê ragihand.

Di civînê de hevserokê Desteyê Cîhad Hesen axivî û anî ziman ku sererastkirina vê riyê ji wan serkeftinek bû.

Cîhad Hesen diyar kir ku pişt qunaxa yekê wê du qonaxên din pêk werin û dê rê têkeve xizmetê.

Di dawiyê de Cîhad soza sererastkirina hemû rêyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî da.

Back to top button