Li Qamişloyê agir bi erebeyekê ket, di encamê de tenê zirarên madî çêbûn

Vê êvarê li parka giştî ya Qamişlo agir bi erebeyeke sivîl ket, tenê zirarên madî çêbûn.

Li ser rêya giştî ya Qamişlo li nêzî parka giştî, agir bi erebeyek sivîl ket.

Hat ragihandin ku agir ji ber pisgirêkeke kehrebeyê ya erebeyekê pêket.

Erebeyên agirkujiyê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirand.

Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn û tiştek bi kesî nehat.

 

Back to top button