Komîteya Tendûristî ya Şengalê: Êrişên bi çekên kîmyewî sûcê şer e

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armancagirtina nexweşxaneyên sivîl û bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer dike. Dayikên Şengalî jî diyar kirin ku dewleta Tirk bi rengekî bêexlaqî li dijî gerîla çekên kîmawî bikar tîne û nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewletên navneteweyî dan. 

Arteşa Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike û di van êrîşan de çekên kîmyewî jî bi kar tîne.

Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê têkildarî bikaranîna van çekan daxuyaniyek li bajarokê Xanesorê da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistina Tendûristî ya Cîhanî û NY’yî kir ku di zûtirîn dem de bikevin tevgerê û der heqê dewleta Tirk de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Dayikên Şengalî: Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla

Dayikên Şengalî jî li ser heman mijarê helwest nîşan dan.

Dayikan bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî kir da ku êrişên dewleta Tirk lîkolîn bikin û hesab jê bixwazin.

Back to top button