Li Sûdanê hêrsa gel li dijî darbeyê bilind dibe

Li Sûdanê di roja 4’an de, hêrsa gel a li dijî darbeya leşkerî bilind dibe. Serokwezîrê ji kar hatî bidûrxistin Abdullah Hemdûk, artêş hişyar kir ku êrişî sivîlan neke. Fermandarê Artêşê jî ragihand balyozên wan ên li 6 welatan ji erk hatin girtin.. Li aliyê din Bankaya Cîhan û Yekîtiya Afrîkayê, ji ber darbeyê, alîkarî li ser Sûdanê birîn. 

Gelê Sûdanê li hemberî darbeya leşkerî ya 25’ê Cotmehê bihêrs e.

Tevî êrişên leşker û polîsan jî, gel li kolanan nerazîbûnên xwe tîne ziman.

Heta niha ji ber destwerdana artêşê herî kêm 10 xwepêşander hatin kuştin û bêtirî 100’î jî birîndar bûne..

Sendîkayên welat, bijîşk û karmendan jî li dijî darbeyê eşkere kirin ew ê jî beşdarî xwepêşandanan bibin.

Li gel zêdebûna nerazîbûnan, artêşa darbekar binçavkirin û girtina kesayetên siyasî didomîne..

Di vê navberê de û piştî ku ket hebsa malê, serokwezîrê ji kar hatî dûrxistin Abdullah Hemdûk ev hişyarî kir:

“Bikaranîn tûndiyê li hemberî xwepêşanderan wê zerareke mezin bide aramî û ewlehiya welat.”

Hemdûk anî ziman ku ew ê her dilsozê şoreşa gelê Sûdanê be.

El Burhan: Me balyozên xwe yên li 6 dewletan ji erk dûr xistin

Fermandarê Giştî yê artêşa Sûdanê Ebdil Fetah El Burhan jî, eşkere kir balyozên wan ên li 6 welatan ji erk hatin girtin..

El Burhan ragihand, balyozên Sûdanê yên li Amerîka, YE , Qeter, Çîn, Fransa û serokê şandeya Sûdanî li Cinêvê ji erk hatin bidûrxistin.

Bankaya cîhanî alîkariya ji bo Sûdanê rawestand

Li aliyekî din û piştî darbeya leşkerî, Bankaya Cîhanî jî alîkariya ji bo Sûdanê rawestand.

Yekîtiya Afrîkayê jî ji ber heman sedemê endametiya Sûdanê cemidand.

Beriya çend rojan Amerîka jî ragihand wan alîkariya 700 mîlyon dolar ji bo Sûdanê betal kirine.

Li gorî şîroveyan, ambargoyên aborî wê zexta li ser lîderê darbeyê Abdulfetah Burhan zêde bike.

Back to top button